Komara Kurdistan yan jî 2ê Rêbandanê

Komara Kurdistanê ku li alîyê endam û layengirên HDKÎ ê ve bi 2ê Rêbendan tênavkirin, li 22 ê çileya 1946 an de li rojhelata Kurdistanê hate damezrandin. Komara kurdistan li aliyê serokê gelê kurd Qazî Muhemed li barjarê Mihabatê de li meydana Çwarçira yê hate ragehandin. Pêşengê damezrandina wê komarê HDKÎ ê bû.

Di dîroka gelê kurd de cara yekê bû ku komareke bi sîstema muderne rêberîkirinê û dewletdarîyê û bi naverok hatebû damezrandin. Di sîstema dewletdarî û rêveberîya wê komara sewa serok û kabîna wezîran hatibûne avakirin û li çendîn beşên cûracûr vekî pêşmerge, aborî, navxwe, perwerde, pêwendî û ht, hatibû parvekirin û berpirs yan jî wezîrek bo her beşekê hatibûne diyarîkirin ku karûbarên rojaneyên wê beşê birêvedibirin. Kabîna komara Kurdstanê li serok komar, serok wezîr û 12 wezîran pêkhatibû û Qazî Muhemed wekî serok komar hatibû dîyarîkirin.

Sistema komara kurdistanê ku 71 salan pêş niha de hatêye avakirin, modern û pêşkewtî bû û niha jî li gelik welat û dewletên cihanê bi taybet li welatên ku têde sîstema komarî hene, ew sistema rêverberîye hene û hin welatan de tenê hinek beş û karûbar pêwe hatine zêdekirin.

Her çendan ku temenê komara Kurdistanê zor kêm bû, lê di zor alîyan ve serkewtî bû. Li alîyê abori ve komara kurdistanê bi hemî kimasîyên xwe ve ser pêyan sekinîbû û zortir bi gelê kurd ve hatibî girêdan. Sîstema evariz û malîyat li nav şar û gundên rojhelatê Kurdistanê de hatibû pêkanîn û bac li tucaran dihate vergirtin. Li alîyê perwerde û xwandinê ve li şar û gundên rojhelatê Kurdistanê de qutabxane hatine avakirin û bo cara yekê bû ku li qutabxanan de pewerde bi zimanê kurdî dihatekirin. Zimanê kurdî bibû bi zimanê fermîyê îdarat û qutabxanan li rojhelatê Kurdistanê û rojname û gowar bi zimanê kurdî dihatine weşandin.   

Komara kurdistanê li wextekê de hate ragehandin ku sîstema feudalî li Kurdistanê de li ser civaka kurdistanê de zal bû û civaka kurdan li zor alîyan de paşkewtî bû û nexwêndevarî hokarê serekîye paşkewtina civaka kurdî bû. Malbat û eşîretan roleke mezin li nava civaka kurdan de digêran. Jinan li malbat û civatê de bilî xêzandarî çi rolek nebûn. Destelatekê bi tevavî mêrsalarî li kurdistanê de ser xelkê de zal bû.                                                                        Li wi demê de komara kurdistanê pêgavên baş bo perwerde kirina civakê havêtiye. Hindek sazî û komel bo perwerde kirina civaka kurdan li alîyê komarê ve hatine damezrandin, ku wekî mînak sazîya Lawan û sazîya Jinan bûn.

Gelê kurd her sal 2ê rêbandanê bi cûşûxrûşek mezin pîroz dikin û nîşan didin ku li dîroka xwe, xayî derdikewin. 2ê rêbendanê bi şêwazên cûrbicûr li alîyê gelê kurd û part û sazîyên kurdistanê ve tê pîroz kirin. Li hindek cîyan bi şêwaza semînar û baskirin li ser komararê, li hindek ciyan wekî cejn û şayî tê pîroz kirin. Li navxoyî welat de komara Îslamî rêyên pîroz kirina 2ê rêbendan li gelê kurd girtiye û nahêle ku ew roj bi avayekê azad bihête pîroz kirin û lê dîsan jî gelê kurd û endam û layengirên PDKÎ yê ve, pê silovan nûsîn li ser der û dîwaran û xwepêşanadan li şar û gundan de wê rojê pîroz dikin.

Roja ragehandina komara Kurdistanê bûye rojekê netevî li rojhelatê Kurdistanê û bi taybet rola Qazî Muhemed vekî serokê wê komarê, bûye sinbûla azadî û berxwedanê li nava gelê kurd li her çiwar parçên Kurdistanê de. Berxwedana Qazî Muhemed li zindanê de, bûye rênîşander û baver bixwe bûn li nav endamên partî û sazîyên kurdî de. Hemî part û sazîyên kurdî li kurdistanê bi şêwazên taybet rêzê li rola Qazî Muhemed digirin.

Qazî muhemed bûye senbûla berxwedanê li zindana rejîma Şahê dîktator de û berxwedana wî tenê berevanî kirin li mafê gelê kurd bû û bi dujminê gelê kurd radigehand ku bi darwekirina wî, nikarin azadîyê li gelê kurd bistînin û gelê kurd bi avayekî sistematik asîmîle bikin. Niha jî em dibînin ku hizr û wesîyeta Qazî Muhemed bi cîh hatîye û şoriş û xebat li her çiwar parçên Kurdistanê didomîne û keç û xortên şoreşgêr bo azadîya Kurdistanê canê xwe fîda dikin û silavana YAN KURDISTAN YAN NEMAN di gel alaya rengîn li ser çîyayên kurdistanê bilind kirine û berxwedanek nûjen RASAN li rojhelatê Kurdistanê dest pê kirine.

2ê rêbendanê li hemî gelê kurdistanê û bi taybet endam û layengirên HDKÎê ku ala helgirê 2ê rêbendanê ye, pîroz be û xebat û berxwedan heta azadîya Kurdistanê berdevame.

Hemze Reşîdiyan