Xebatên civakî û netewî yên jina kurd

Hemze Reşîdiyan

Xebat û tekoşîna jinên kurd li civaka kurdistanê de xwedî dîrokek dirêj e. wan di her du milên civakî û netewî de tekoşînek bêhempa meşandine û nirxên giran jî jêre dane.

Qedera jina kurd jî li milê siyasî û neteweî de girêdayî qedera siyasî ya kurdan bûye. Qederek ku li jêr nîrê zordarî û bindestiya hakimên dagîrkar de, rûbarek xwînê ji ber çûye û heya niha jî negihaye peraveke aram, ku azadî û serbestî ye.

Bêguman rewşa siyasî ya kurdan jî li ser kultor û biyavên din yên jiyana wan de bêbandor nebûye û nehiştiye ku pêşve biçe û geşe bike. Wê paremayînê bandoreke rasterast li ser pêgeha jinê weke nîva civakê kiriye û rola wê ya girîng di civakê de nehatiye berçavgirtin. Lewma jina Kurd neçar e hevdem li gel meşandina xebata netewî, xebata li dijî kultura mêrserdestiyê jî bike.

Wan di vê xebata dûr û dirêje xwe de ezmûn û ceribînên baş bi dest xistine, û di pêxema bidestxistina mafên mirovî ên xwe li malbatê de dest bi perwerdekirina xwe kirine û cehd kirine ji vê riyê ve bandorê ji mentalîteya civakê bikin û çend gavan pêşde biçin. Ji ber ku wan bi dana înfomasiyonên hewce bo jiyanê bi keç û xortan, tevî parastina zimanê kurdî û perwedekirina zarokan, rûpelek nû ji pêşdeçûna şoreşa xwe vedane, û bi riyek nerm û aştiyane ve bi qasekî baş arasteya civakê guherandine, û bi vî awayî jî pêşiya gellek tundûtûjî û bûyerên nexwastî girtine.

Helbet şoreşên modern ên Kurdistanê û beşdariya jinan li bizavên kurdî de jî, bandoreke balkêş li ser hinek azadiya jinê hebûye.

Girîngtir ji wê jî bi beşdariya rasterast û nerasterast ya xwe di şoreşan de roleke mezin lîstine. Ew beşdariye bûye sedem ku jin zêdetir bêne pêş û di qada xebatê de berçavtir xuya bikin û mafên xwe yên bingehîn bîne ber bas û lêkolînê. Xala girîng ya vê beşdariya jinan di şoreşan de, bandordanîna li ser mêrên kurd yên li nav şoreşê de bûye, ku ji riya wan ve jî hêdî-hêdî bo nav civakê de şor bûye.

Li vê derheqê de kêm nebûn ew mêrên ku bi eşkere piştevanî ji xwast û daxwaziyên jinan dikirin û bi piştgiriya xwe hêz û moralek taybetî dan jinan û berdewamiya wan. Her eva jî bûye sedem ku hizra mêrserdestiyê hêdî-hêdî li nava civaka kurdî de kêmtir bibe.

Avakirina Yekîtiya Jinan li Komara Kurdistanê de bi piştevaniya mêrên şoreşvan û berdewamiya wê heya niha di qada xebata civakî û siyasî de despêkek nû û baş bû li xebata rêxistinî ya jinan di pêxema dadperwerî û wekheviya civakî de. Avabûna vê yekîtiyê, rola jinan li nava civaka kurdistanê de guherand û jin tevlî organên siyasî kirin û nîşan dan ku ew dikarin weke mêran li şoreşê de beşdar û li karên îdarî de wekhev kar bikin.

Lê niha em dibînin ku jinên kurd hêşta jî li xebat û çalakiyên xwe bo bidestanîna mafê wekheviyê ranevestane û xebata xwe li nav partî, saziyên siyasî û medenî de dimeşînin û bi xebat û çalakiyên xwe karîne hinek azadiyan li malbat û civakê de bi dest bînin.

Pêşkevtin û statûya jinan li demekê de hate diyarkirin ku wan li nava partiyên modernên kurdistanê de beşdarî kirine. Li nav partiyên pêşkevtî de karîne li aliyê siyasî û civakî de xwe perwerde bikin û bo bidestxistina deshelata xwe li nav partiyên kurdî de têbikoşîn.

Li nav şoreş û berxwedanên dawiyên Kurdistanê de, rolekê taybetî li aliyên jinên kurd ve hatiye lîstin. Jinên kurd bûne sembola berxwedanê li dijî dujminên gelê kurd, û hemû cîhan şanazî bi rol û berxwedana wan dike. Gellek jinên qehreman li wê berxwedanê û parastina rûmeta gelê kurd de canê xwe kirine goriyê gel û nîştiman. Berxwedan û rola jinên Kurd li dijî DAÎŞ`ê û bîra kore ya wan tu car nahê jibîrkirin, û ji bo heta-heta navê wan li nav civaka kurdewarî de wê bimîne, û ew li nav dilê her kurdekê de wê bijîn.

Lê dîsan jî jinên kurd nekarîne li gellek malbatan de li hinek herêmên kurdistanê mafê xwe yên bingehîn bi dest bînin, û zortir tesîra bab û birayan li ser jinê û xasma keçên malbatê de heye.

Biryara dawî zortir di destê mêrên malbatê de ye, û pêşeroja jinê li aliyê zewacê de ew diyar dikin. Gellek jinên kurd dewre yan qutabxane, û zanko tewaw kirine, û zanyariya wan bo karên îdarî li serê ye, lê dîsan jî mafê kar li derweyî malbatê de bi wan nehatiye dayîn û bêkar li kuncê malê de rûniştine û karê xêzandariyê dikin.

Dema ku em bînin têkoşîna jinên welatên cîhanê û Kurdistanê berhev danên, newekhev in. Xebat û têkoşîna jinan li welatên rojava yê de bi şêwazekê din tê meşandin û wan ew dewrana xebata ku jinên kurd tê de ne, derbaz kirine. Ew bo karê wekhevî, mûçeyê wekhev, biryardan li ser qedera xwe, û li dijî tundûtûjî ya cinsî dixebitin, û xebat têkoşîna wan li wê çarçovê de didome. Lê jinên kurd li hinek herêmên Kurdistanê de hêşta li bin kevneşopiya civakî de dijîn û ji gellek mafên civakî bêpar in, û bêpişk in û hêşta xebatekê dûrûdirêj li pêşiya wan de ye.

Jin jiyan e, û bê jin jiyan nameşe, û bi hêviya mafê wekhevî li civaka kurdistanê û guherîna bîr û hizrên mêran û civaka Kurdan li hemberî mafên jinan.

8`ê Adarê li hemû jinên Kurd û bi taybet jinên şoreşgêr pîroz be.

Naveroka vê nivîsê, nerîn û dîtina nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistan Media jê berpirsiyar nine