Komara Kurdistanê û Qazî Mihemed

Qazî Muhemmed kurê Qazî Alî di bine malekî xwendevar, Olî û rewşenbîr, niştiman perwer, di sala 1900_1 ê zayinî li bajarê Mihabadê li dayik bûye.wek kesayetiyek runî dayi di dîroka kurdan da tê naskirin

Qazî wek kesekî xwedî ramanên neteweyî-olî haydarî dîroka Kurdistanê bû. Beriya rûdanên siyasî jî ew di nava xelkê de kesekî hezkirî û cihê baweriyê bû

Qazî muhemmed piştî wefata babê xwe dibe Qaziyê bajarê Mihabadê ,hevdem posta rêveberatî rewşenbîrî û evqafa mihabadê pê hat sipartin ,
Qazî muhemmed kesek zana û xwendewar bû ji bilî zimanê zikmakî, Îngilîzî, Farsî, Erebî, Feransî û Rusî jî dizanî

kesayetiyek xwedî rêz û hûrmt, qedir giran bû li nav civak û takê kurd de
baweriyek kûr bi mafê rewa ê gelê xwe hebo. tewlî ko ji malbatek zengîn bû durê êş û azarê gelê xwe nebû

bandora hebuna Qazî di nav civak ê da tejî bû li yekrêzî û tenahiyê,
dema di sala 2/10/1944 peywendiyê bi komeleya vejîn a kurd nasrav bi (komeleya.j.k) dike, dibêjin xelk narazî bûna xwe ji bo tewlî bûna Qazî di vî rêxistinê de nîşan didin, tirsa milet ber nemana tifaqê û tenahiyê û bawerî bi kesek din bû

têbînî: komeleya vejîna kurd(k.j.k) navê rêxistinek nihênî ko ji aliyê çînek miyane û rewşenbîr vî demê ko hejmara wan kêmtir ji 100 kesan bû di sala 16/9/1942 li mihabadê hatibû damezirandin û armanca vî rêkxistin û yekîtiya kurdan, ava kirina kurdistana mezin bû
civînên wan di her malê endaman de bi nihênî birêve diçû

Qazî muhemmed di sala 2/10/1944 peywendî bi rêxirava k.j.k dike û demdest ji ber kesatiya û bandora vî bi nasnavê bînayi vek endam tê vergirtin û ji layê endamên komela j.k wek serok tê desnîşankirin

di sala 24/10/1945 komeleya j.k bi serokatiya Qazî Hizba Dîmokrata kurdîstana Îranê ava dikin li ser bingeh û qewara k.j.k lê bi navek nû û xwodan hêz, Qazî muhemmed wek demezênerê hizba dîmokrat tê nasîn

di sala 17/12/1945 dema ko hizba Dîmokrat dest bi ser şarevanî û dem û dezgehên hikomî yê nizama pehlewî li mihabadê danîn û hêzên dewletê derxistin, bajêr bi tewawî kete bin kontora kurdan, Ala Kurdîstanê ji bo yekim car ji şuna Ala dijmin bi beşdariya 10 hezar kesan hat hildan heya digehe bajêrên Bokan, Neqede û dewroberê mihabadê.
niha ev roj ji layê Hizba Dîmokrat ve bi roja Alayê tê pîroz kirin hewdem yekem xebata çekdariya hizba dîmokrata kurdîstana îranê bû bi roja pêşmerge jî tê nasîn

di roja duşemî a 21/1/1946 bi amade bûna 20 Endamên Hizba Dîmokrat bi serokatiya Qazî civînek nihênî di mizgevta sur a mihabadê tê pêk anîn û biryar dan ku di roja din yanî 22ê dewleta kurdî ragehînin,
roja 22ê hat û bi beşdariya serokên hoz, eşîretên kurdîstanî, kurdên perçeyên din, hinek berpirsên yekîtiya soviyetê û 20 hezar kesan di meydana çwarçira ê mihabadê komara kurdistanê hat ragihandin û Qazî muhemmed ji layê Hizba Dîmokrat ve oi serok komariyê hat diyar kirin

di merasîma sazkirina komara kurdîstanê de Qazî muhemmed sund bi xwedê û Quranê bi axa welat û ala kurdistan ê a hildayî dixwe: heta dilopa dawiya xwîna min û nefesa min ya dawiyê bi can û malê xwe di riya Azadî de ji bo ko Alaya ên me li asîmanan hildayî bin ezê tê bikoşim

komara kurdîstanê her çi qas heta demekî kêm berdewam kir jî lê di wê demê de bû navenda siyaset û runahiyê, komarê ala xwe ya neteweyî hilda û Artêşa welat saz kir, herwiha rêxistinên aborî, civakî, çandî û hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir, dibistanên kurdî hatin vekirin, rojname û kovar derketin û sîstema berêveberiya komarê jî hat saz kirin, zimanê kurdî bi fermî hate pejirandin, ji bo ko jin ji aliyê siyasî û civakî de pêş bikevin di 14/3/1946ê yekîtiya jinên kurdîstanê saz kirin,
Mîna qazî hevjîna serok komar rolek berçav di yekîtiya jinên Dîmokrata kurdîstana Îran ê de hebû

di demekî kurt na dirêj de temenê komarê tenê 11 meh bû, piştî xwe vekişandina yekîtiya soviyetê ya ko piştgiriya komara kurdîstanê û Azerbaycanê dikir, deshilata îranê leşkerên xwe amade ê şer kirin û şandin Kurdîstan ê , Qazî mihemed tirsa vê yekê hebû ko Artêşa îranê reş kojiyê û dest bi kuştina xelkê sivîl, bibe sedama koçberiya kurdan, Qazî hewla Aştî û rawesandina şer kir lê rijîma pahlewî tenê armanca wî ji nav birina komar û rêber bû, daxwaz ji Qazî mihemed hat kirin ko penaber be û biçe derveyî welat, lê wî ew hind red kir û gût ez ne amade me di rojek reş û nexweş de xelkê xwe bitenê bihêlim

di sala 1947ê de komar hat ruxandin

di roja 31 meha adarê sala 1947 Qazî di gel kur mamên xwe Seyfî qazî û Sedir qazî û birayê xwe di meydana çwarçira heman qada ko komar hatibû ragihandin hatin darvekirin

di dîroka kurdîstanê û Hizba Dîmokrat de ev roj tê nasîn bi roja şehîdan, her sal di bingeh û meqerên Hdkî ê de tên bîr anîn û gel bi soz dayîn bidrêje pê dana rêbaza wan şehîdan peymanê nû dikin

Qazî di wesiyata xwe ji bo neteweya kurd amaje bi vi yekê dike: hûn nabî bi kûştina min û brayên min çavtirsî bin , hêşta gelek ê din jî debê wê riyê de canê xwe gorî ax û niştîman biken haya ko em bigehin armanc û daxwazên xwe,
dev ji dijayetiya hevdu berden, piştevanê hevdu bin û li hemberî dujminê xwînxwer da rawestin

Qazî mihemed û hevalên wî şehîd bûn. Qazî mihemed û hevalên wî şehîd bûn lê Nav û ramanên maf û Azadiyê nemirin û maye di bîr û dilê gelê kurd de û xebata xwe berdewam dikin. Bo bi dest xistina Azadiyê û Armancên neteweyî û mirovayetiyê hetanî roja îro,Şehîdên xwe dikin rêbaz

Hesen Tebîre