Daxuyaniya komîta hevkarî li Norwêjê di derheqê hilbijartinên li Tirkiyê û Iraqê

Daxûyanîya Komîta Hevkarî li Norweç di derheqa helbijartinên li Iraq û Turkîyê

Li Iraqê 12.ê Gûlanê û li Turkîyê 24’ê hazîrana 2018, helbijartina Parlamentoyê (li Iraqê û Turkîyê) û helbijartina Serokatîya dewletê li Turkîyê tê li darxistin

Helbijartina li Iraqê di demekê de ye kû Iraq xwedî destûrek federalî ye. Dewleta Iraqê di ware cografîk de ya xelkê Iraqê û ya Kurdistanê ye

Di warê netew û kêmnetewan de jî, dewleta Iraqê ya hemîyan e
Lê, belê lê ev prensîp tenha di destûrê de cihê xwe henin, lê, di jîyana sîyasî û praktîka hikumeta merkezî de ev prensîp nayên bicîhkirin. Di vê derbarê de nimûneyên herî giring evene

Maddeya 105 di derheqa referanduma Kerkûk ê de
Helwesta hikumeta merkezî ya Iraqê li dij Referenduma

Serxwebûna Kurdistanê Dagirkirina Kerkûk û derdora wê di 15.ê Oktober 2017 de

Federalîya destûra Iraqê li gor kultura demokrasîya civaka Iraqê ye kû nikarê qebul bikê kû netewa kurd xwedî heman mafî ye wek netewa ereb. Pêwiste destûra Iraqê mafê netewa kurd û kêmnetewên din di jîyana sîyasî de garantî bikê

Helbijartina 12 ê Gulanê li Iraqê bo parlamentoya hikumeta merkezî ya Iraqê ye û ne helbijartinek bo herêma Kurdistanê ye
Bo vê çendê pêwiste em bizanibin kû di helbijartina 12.ê Gulanê denakokîya herî sereke di navbera mafê xelkê Kurdistanê û sîyaseta Hikumeta merkezî ya Iraqê de ye

Komîta Hevkarî li Norwec bang bo hemî hemwelatîyên BaşûrêKurdistanê dikê ku dengê xwe li gor prensîbên parastina berjewendîyên xelke Kurdistanê bikarbînê. Ev prensîp di 25 ‘ê september 2017 de 93% jixelkê Kurdistanê armanca xwe di Referendûma Serxwebûna Kurdistanê de dayibu xuyakirin

Bakûrê Kurdistanê li gor destûra dewleta Turkîyê ji hemî mafê xwe ye netewi-sîyasî bê par e
Li Turkîyê, dewlet ne ya Kurdistanîyan e, ya neteweya tirk e. Bo vêçendê helbijartin 24’ê Hazîranê li Turkîyê

helbijartina Parlamentoya Turkîyê, Serokê dewleta Turkîye ye. XebataKurdistanîyan eweye kû heya çi radeyê dikarin doza xwe geş bikin û di paşerojê de xebatê bikin bo destûrek kû bikaribê rêz li mafên netewî- sîyasî yê Kurdistanê bigrê û doza gelê kurd çareser bikê

Tevî kû HDP bi hêza xwe ve partîyek kurd e û partîya 3. e di parlamentoya Turkîyê de, lê, di program û sîyaseta xwe de heşkere dibê ew wek HDP partîyek Turkîyeyî ye
Ji alîyê din ve HDP wek partîyek legal, ne xwedî mekanizmek demokratîk ya navxweyî û ne xwedî helwestek azad û serbixwe ye di sîyaseta xwe ya Kurdistanî de

Partîyên sîyasî yê Turkîyê jî mixabin ku di vê demê de, ne xwedî programek sîyasî bo çareserkirina pirsa Kurdistanî ne

Komîta Hevkarî li Norweç bang dikê kû partîyên/hêzên sîyasî Kurdistanî li ser bingeha parastina berjewendîyên Kurdistanê platformekê amade bikin û deng bidin namzêtên xwedî helwestek sîyasî-netewî bo çareserkirina pirsa kurdî li Bakûrê Kurdistanê

Bo helbijartina serokatîya dewletê jî, pêwiste deng werê dayin bo kanditên kû programa partîya wî/wê cih bidê demokrasîyê û bidestxistina, çareserkirina mafê netewî-sîyasî yên doza Kurdistanê

07.05.2018
Komîta HEVKARÎ