Peyva RASAN

Wek diyare li Herêmê û Rojhilata Navîn bûyerên girîng diqewmin

di nav wan bûyeran de ya ku aniha berê xwe daye Welatê Îranê

Roj bi Roj di hindirr de ji layê Xelkê Hejar û jêrdest dijî Hikûmeta diz

Gendel û terorîst rastî serhildan û nerazî bûnan dibe

Gelê Kurd jî dikare li riya wan derfetên hestyar ku bê gûman di berjewendiya siberoja wan deye qezenc bike

ji hêlek din Hizba Dîmokrat li ser daxweza Xelkê xwe bi şandina hêza Pêşmerge berev bajêr ji bona piştevanî û wire bexşîn bi xebata bajêr anku pêşî li serkut û cinayetên Rijîmê dijî kurdan bigire bi berçav girtina wan xalên girîng biryar da ku cardin dirêje bi xebata xwe  di qunaxek nû bi navê RASAN ê bide

Mebest ji RASAN ê destpêkirina qonaxek nû a Xebatê e ku yekim tişt Pêşmerge bi piştevaniya Xelkê Xwe carek din yê vegere nav Bajêr û têkelî xelkê xwe be wate Gel û Pêşmerge bihevre li bajêr de yê deng û hêza xwe dijî Rijîma Îranê yekbixwin

Hizba Dîmokrata Kurdîstana Îran ê niha bi vî baweriyê ye û dixwaze Bajêr şûna Çiya bibe navenda Siyasetê wate ew care Pêşmerge qesda Bajêr bike û bajêr bibe ciyê piştevanî û biryardana Rasan ê

êdî hevce nake her Welat perwerekî Kurd ji bona tevlî bun di nav Şoreşê çekdar be û li bajar ve berê xwe bide Çiya

çûnkî ev yeke dibe egerê lewaz bûna hêza bajêr û hem jî wala bûna bajêr ji gencên xwîn germ ê kurd perwer ku li mêjve Rijîma Îranê lê vî Riyê sûdmend bûye

Bi nêrîna PDKÎ ê bandora Xebat di nav Bajêr ji Xebata çekdarî pirtire û sûdmendtire lewma bi hevre girêdana xebata Çiya û Bajêr dikare wan şaştiyên berê ke tenê Rêya çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya çekdarî ditîtin dijî Rijîmê ji holê rake

Ew yeke bûye sedemê tirs û tengaviya Rijîmê kok û bingeha Rijîma Îranê li navê Rasanê hejiya e lewma Komara terorîstî a Îranê bi hemû şiyana xwe dixweze û hewl dide li Rêya Çekdarî û propagandayan tevgera Rasanê bi raya giştî piçûk û bê bandor nîşan bide anko wisa bide xûya kirin ku destê derekî di nav daye û ti peywendiyek bi Xelkê Kurd ve nine da ku Gelê Rojhilatê ji tevgera Rasan ê xwedî dernekeve yan jî dûdil bike

Lê bi kêfxweşiye tewawê hewlên Rijîmê dijî Rasan ê bê encam mane

êdî dîsan Gel bi gulên sor di nav Gund û Kolanan de pêşwaziya Pêşmerge Qasidên Aşitî û Azadiyê dikin û peymana serkevtinê bihevre nû dikin

Hizba Dîmokrat a Kurdîstan a Îranê di hemû qunaxên xebata xwe da biha ê serbxwebûn û giheştin bi armancên Rêber û Şehîdên xwe daye û amadeye her niha jî di vî Rê û rêbaza pîroz de vî nirxê pêşkêş ê gelê xwe bike

Herwekî li Qereseqel û Kosalanê Pêşmerge bi mêranî û canfîdayî ji bû gehandina peyama Çiya ji Bajêr re bi xwîna xwe Rêya dinavbera Çiya û Bajêr de avedan kirin û nirxekî giran jî dan

Hasan Tabire